Amerîka û Yekîtiya Ewropayê daxwazekê ji Opozîsyona Sûriyê dikin

Wezîran tekezî li ser helwesta xwe derbarê Cebhet El- Nûsrayê re kirin.

K24-Navena Nûçeyan

Her yek ji Wezîrê Derve yê Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya , Îtalya û Wezîra Derve ya Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji hemû grûpên Opozîsyona Sûriyê kirin ku, pêwendî û hevkariya xwe bi cebhet El-Nûsrayê re rawestîne.

Di beyanameyekê de ku, bi navê Wezîrê Derve yê her yek ji Amerîkayê John Kery, Brîtanya Porîs Conson, Fransayê Jan Irolet, Italya Pawlo Cîntilynî, Almanyayê Valter Ştaynmer û Wezezîra Derve ya Yekîtiya Ewropayê Fidrîka Mogrînî di dawîya civîna NY derbarê Sûriyê daxwaz ji hemû grûpên Opozîsyona Sûriyê hevkariya xwe ligel Cebhet El-Nûsrayê re rawestînin û pêwendiyê xwe li gel rêxistina navborî re qutbikin.

Di daxuyaniyê de wiha jî hate got:"Em tekez dikin ku, Cebhet El-Nûsrayê şaxekê rêxistina El-Qide ye li Sûriyê ye û ew rêxistineke terorî ye û dijminê Civaka Navdewletî ye."

Herwiha beyanameyê daxwaz ji Rûsyayê kir ku, fişarê bike ser rejîma Sûriyê daku, alîkariyên mirovî bighene navçeyên dorpêçkirî.