Dr. Ezet Efendî: Salih Mislim nexweşxaneya min diziye

K24 – Navenda Nûçeyan Dr. Ezet Efendî, Rêveberiya Xweser li Kobanê, Hevserokê PYDê Salih Mislim û Serokê Encûmena Rêvebir li Kobanê Enwer Mislim bi diziya nexweşxaneya xwe “Viyene” tewanbar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dr. Ezet Efendî, Rêveberiya Xweser li Kobanê û Hevserokê PYDê Salih Mislim û Serokê Encûmena Rêvebir li Kobanê Enwer Mislim bi diziya nexweşxaneya xwe “Viyene” tewanbar dike.

Dr. Ezet Efendî li ser rûpele xwe ya tûra pêwendiyên civakî belav kir ku, Rêveberiya Xweser li Kobanê nexweşxaneya wî û alavên bizîşkî yên ku tê de ne dizîne û bêyî ku destûrê ji wî werbigirin, nexweşxane bikar anîne.

Herwiha Dr. Ezet Efendî, Hevserokê PYDê Salih Mislim û Serokê Encûmena Rêvebir li Kobanê Enwer Mislim bi diziya wê nexweşxaneyê tewanbar dike.

Li gor Dr. Ezet Efendî ku, Rêveberiya Xweser bi alîkariya rêxistina Bizîşkên Sînor Nenas ji berî du rojan ve, ango 23 Îlonê nexweşxaneya wî “Viyene” vekirine û navê wê guhartine û kirine nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd.

Vê yekê hêşt ku, xwediyê nexweşxaneyê Dr. Ezet Efendî aciz bibe, ku berî demekê bi şandeyeke Ewrûpî re serdana kobanê kir, da ku nexweşxaneya xwe vegerîne, lê bi Rêveberiya Kobanê re negihêşt ti rêkeftinê.

Dr. Ezet Efendî tekez dike ku, wî doza dizîna nexweşxweneya xwe “Viyene” li dijî Rêveberiya Xweser û kesên berpirsyar li dadgehên Ewrûpayê vekiriye.

ji aliyekî din ve, Serokê Desteya Tenduristiyê li Kobanê ti daxuyanî nade ragihandinê, tenê ji peyamnêrê K24ê re tekez kir, ku Encûmana Tenduristiyê li Kobanê dê konferanseke rojnamegerî li dar bixe û dê bersiva tuhmetên Dr. Ezet Efendî bide.

Dr. Ezet Efendî ku bixwe birayê jina Hevserokê PYDê Salih Mislim e û ji 30 salî ve li Nemsayê ye, di sala 2014an de serdana Kobanê kir û nexweşxweneya xwe “Viyene” bo xizmeta gelê Kobanê vekir.