23.emîn Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn

Li Diyarbekirê 23.emîn xelatên Mûsa Anter, di 24-emîn salvegera kuştina wî de hatin dayîn. Merasîma xelatdayînê li Navenda Çandî û Hunerî ya Cîgerxwîn bi beşdariya rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, endam û rêvebirên şeradariyan, saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin. Di merasîmê de, Musa Anter ku wek Apê Musa tê nasîn û têkoşerên çapameniyê hatin bibîranîn.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8d04639a-a64a-4d62-81a5-71d51996ef73/XelatenMusaAnterya23emHatinDayin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê 23.emîn xelatên Mûsa Anter, di 24-emîn salvegera kuştina wî de hatin dayîn. Merasîma xelatdayînê li Navenda Çandî û Hunerî ya Cîgerxwîn bi beşdariya rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, endam û rêvebirên şeradariyan, saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin. Di merasîmê de, Musa Anter ku wek Apê Mûsa tê nasîn û têkoşerên çapameniyê hatin bibîranîn.

Xelata Musa Anter û Rojnamevaniya Azad ya 23. Li Diyarbekirê di 24ê Îlonê de hat dayîn. Beşdarên merasîmê, ragihandin ku Mûsa Anter, têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, azadiyê û mafê gelê Kurd heta ku hatiye kuştin jî domandiye û li erdnigariya Kurdistanê bi hezaran rojnamevanên ku di şopa wî de çûne hene.

Hevserokê Şaredariya Diyarbekirê Firat Anli jî, dazanîn ku Apê Mûsa, di kesayetiya xwe de hemû taybetmendiyên mirovî dihewand û şop û ronakbîriya wî di serdemên piştî wî de jî ciyê xwe dibinin.

Anli got: “Hinek însan hene ku mirov dibêje zanîn, feraset, hêz û keda bi sedan kesan di mêjî û bedena xwe de ber kirine. Him mamoste ne, him rêber in, him çira ne, him jî ronahî ne. Apê Mûsa bi hebûn û taybetmendiyên xwe ji wan kesan yek e.”

Di merasîmê de, nivîskar rojnamevan, serok û nûnerên sazî û dezgehên sivîl çapameniyê, di axaftinên xwe behsa, pêkutî û zext û zoriyên ku li ser gelê Kurd hatiye meşandin kirin û wan zilm û zordestiyan jî têkoşîna kesayetên wek Mûsa Anter ku bedelên giran danê derxistiye holê bibîrxistin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven jî di merasîmê de got: “Em vê baş dizanin ku li Kurdistanê çi maf bidestê me ketiye, me berdelên giran daye ji bo wan.”

Di merasîma xelatdayînê de, sînevizyonek ku tê de behsa xebatên rojnamegeriya Kurdî û Musa anter dihat kirin hat peşkeş kirin.

Dîcle Anter ku kurê Musa Anter e jî, ji K24 re ragihand ku pênûsa bavê wî bi qasî ku ji bo gel bi hêsanî dihat fêm kirin û gel jê hes dikir, ew qas jî ji bo dijberên mafên Kurdan û mirovî tûj û ciyê nerihetiyê bû. Loma jî bi canê xwe bedel daye.

Herwiha Dicle Anter ji K24ê re axivî û got: “Rastî çibûya wî digot, ji bom af û azadiyên Kurdan yên mirovî heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe berdewam kir.”

Nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan Musa Anter, bi gotina Kurdan Apê Mûsa, di 20ê Îlona 1992-an de ku 72 salî bû, ji aliyê hêzên tarî ve li Diyarbekirê hat kuştin. Ji sala 1994-an vir ve jî xelata rojnamevaniyê li ser navê wî tê dayîn.