Tirkiyê ji pirçekirina Kurdên Sûriyê dilgiran e

Tirkiyê Partiya Yekîtiya Demokratî(PYD) û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) weke rêxistinên terorî dibîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu ragehand ku, pirçekirina Amerîka ji Kurdên Sûriyê re nayê qebûlkirin.

fermandarê Artêşa Amerîkayê General Cozef Danford di 22ê vê mehê de ragehandibû ku, ewên Kurdên Sûriyê yên ku, şerê DAIŞê dikin di operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de pirçek bike.

Di hevpeyvîneka xwe de ligel kenala Frans24 Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawişoglu ragehand ku, Amerîka mixabin hevkariya rêxistineke terorî dike, ew rêxistin şerê Tirkiyê dike. Diyar kir jî, pirçekirina wê rêxistinê ji aliyê Tirkiyê ve nayê qebûlkirin.

Çawişoglu aşkere kir ku, ew çekên ku Amerîka dişîne Kurdên Sûriyê bo DAIŞê têne firotin, lewma pirçekrina wan metrisîdar e.

Tê zanîn ku,Tirkiyê Partiya Yekîtiya Demokratî(PYD) û Yekîneyên Parastina Gel(YPG) weke rêxistinên terorî dibîne.