7'emîn Festîvala Derya Wanê hat lidarxistin

Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Edremîtê, "7'emîn Festîvala Werzişên Avê ya Derya Wanê" hat lidarxistin. Ji gelek beşan werzişkar beşdarî festîvalê bûn û bo girtina madalya ketin pêşbirkeke mezin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Edremîtê, "7'emîn Festîvala Werzişên Avê ya Derya Wanê" hat lidarxistin. Ji gelek beşan werzişkar beşdarî festîvalê bûn û bo girtina madalya ketin pêşbirkeke mezin.

Derya Wanê, bi werzişên avê dîsa mêvandariya werzişkarên rengareng dike. Bi werzişên avê yên curbicur pişbirkeke mezin nîşan dan. Festîval li navenda Werzişên Avê ya navçeya Edremîtê hat darxistin.

Di vekirina festîvalê de parêzgar Îbrahîm Taşyapan bal kişand ser girîngiya Derya Wanê û got: "Deryayek bi vê bilindahî, mezinahî û xweşikbûnê li cîhanê tune ye. Lê em ji vê deryayê baş sûd wernagrin. Em bi biryar in ku werzişên avê bidomînin. Beşdar kêm bin jî em betal nakin. Divê em balkêştir bikin û pêş ve bibin."

Festîval di warê pişbirkên belama bêrik, kano, bawan, voleybol û topapê ya plajê û setrencê hat kirin. Kesên serkeftî hatin xelatkirin.

Saziyên herêmî û damûdezgeyên hikûmî piraniya çalakiyên civakî, kulturî û werzişî ji hev cuda dar dixin. Alî pir kêm beşdarî çalakiyên hev dikin. Herî dawî li 3 navçeyên Wanê şaredarên HDPê ji kar hatin dûrxistin û şûna wan qeyûm hatin erkdar kirin.