Qamişlo: Diyardeya zêdebûna kûçikên har

Li bajarê Qamişlo di her sê mehên dawî de, belavbûna kûçikên har li nava taxên bajêr bûye diyardeyeke metirsîdar. Di hefteya de borî kûçikan bi nêzî 10 welatiyan girtin, lê ji ber nebûna dermanên pêwîst metirsî li ser jiyana wan heye.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo di her sê mehên dawî de, belavbûna kûçikên har li nava taxên bajêr bûye diyardeyeke metirsîdar. Di hefteya de borî kûçikan bi nêzî 10 welatiyan girtin, lê ji ber nebûna dermanên pêwîst metirsî li ser jiyana wan heye.

Kûçikekî har di hewşa male de bi meta cîhan û kurê wê Ehmed girt û ji ber tunebûna dermanên pêwîst li deverê, ew li benda derfetekê ne, bo çareserkirina tenduristî derbasî Tirkiyê yan jî Herêma Kurdistanê bibin.

Piraniya mirovên ku kûçikên har pê digirin, bo nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Qamişlo têne veguhestin.

Di meha Tîrmehê de navê 173 kesan hatin tomarkirin, di meha Tebaxê de jî navê 283 kesan hatin tomarkirin, herweha di meha Îlûnê de 115 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Bizîşkên nexweşiyên lawiran dibêjin ku, divê şaredariyên deverê, dest bi kampîneke kuştina van kûçikên har bikin, ji ber metirsiyeke mezin li ser jiyana mirovan çê dikin.

Pisporên vê nexweşiyê dibêjin ku, eger kûçokeke bi mirovekî bigire, divê di zûtirîn dem de were dermankirin, ji ber veyrûsa nexweşiyê bandoreke xerab li reh û damarên mejî dike û di encamê de zehmetiya qurpandina av û xwarinê çê dike, ligel bilindbûna germahiya gewdê, di dawî de nexweş canê xwe ji dest dide.