“Xwepêşandanên Silêmaniyê heta 10 rojan tên ragirtin”

Endamekî Desteya Mamosteyên Silêmaniyê ji K24ê re ragihand û got: “Xwepêşandanên îro bidawî bûn, lê hin kes hene dixwazin cihê xwepêşandanê biguhêrin û biçin ber deriyê Serayê, ti pêwendiya me jî bi wan re tune ye.”
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Endamekî Desteya Mamosteyên Silêmaniyê ji K24ê re ragihand û got: “Xwepêşandanên îro bidawî bûn, lê hin kes hene dixwazin cihê xwepêşandanê biguhêrin û biçin ber deriyê Serayê, ti pêwendiya me jî bi wan re tune ye.”

Wî endamê desteya mamosteyan got jî: “Em heta 10 rojên din çalakiyên xwe radigirin, heta ku hikûmet bersiva daxwazên me dide, heger me ti bersiv ji hikûmetê wernegirtin, em dîsa bi awayekî aştiyan dest bi çalakiyan bikin.”

Mamosteyên çend bajar û bajarokan berî destpêkirina sala nû ya xwendinê biryara baykotkirinê ragihandin û ala baykotkirinê hildan û biryara wan ew e, ku heta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê maf û mûçeyên wan cibicî nekin, ew li ser baykotkirinê berdewam dibin.