Demîrtaş bi Serokê Parlementoya Ewropayê re civiya

DixwazeTirkiye bikeve Yektiya Ewropayê û zimanên kurdî û tirkî di nav zimanên Yekitiya Ewropayêde cihê xwe bigre.

K24-Navenda nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)Selahedîn Demîrtaş bi Serokê Parlementoya Ewropayê Martên Schulz re civiya.

Berî civînê Schulz ji Demîrtaşî re got ew di hevdîtinan de car caran almanî dixafie. Vê care jî dê bi almanî biaxife.

Demîrtaş jî got ew hêvî dike ku, Tirkiye bikeve Yektiya Ewropayê û zimanên kurdî û tirkî di nav zimanên Yekitiya Ewropayêde cihê xwe bigre.

Demîrtaş dê piştî Schulz  bi Nûnera Bilind a Yekitiya Ewropayê Federica Mogherini û Berpirsê Danûstandinên Endamtiyê Johannes Hahn re bicive.

Demîrtaş ev çend roj bûn serdana herêma Kurdistanê kiribû û digel Barzanî 2 caran civiya bû.