Hollanda naxwaze Yekitiya Ewropayê alîkariya Tirkiyê bike

Di daxwaznameyê de xwestin alîkariya 600 mîlyon euro ku, Yekitiya Ewropayê dide Tirkiyê bi dawî were.

K24-Navenda Nûçeyan                              

Bi hinceta li Tirkiyê piştî hewla derbeya leşkerî maf û demokrasî tên binpêkirin Hollanda naxwaze Yekitiya Ewropayê alîkariya Tirkiyê bike.

Li Hollandayê Partiya Sosyalîst û Yekitiya Xiristiyanan bi hinceta li Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî hiqûk û demokrasî tên binpêkirin ji parlementoyê daxwaza rawstandina alîkariyên Yekitiya Ewropayê ji bo Tirkiyê kir û pêşniyarname da.

Di pêşniyarnameyê de xwestin alîkariya 600 mîlyon euro ku, Yekitiya Ewropayê dide Tirkiyê bi dawî were.

Herwiha daxwaz hate kirin ku, pêvajoya endamtiya Tirkiyê bo Yekitiya Ewropayê jî bi dawî were. Lê belê ev pêşniyar ji aliyê partiyên hikûmetê ve hate redkirin.