Navenda Biryarê û Pîlotbîroya YNKê civiyan

Endamê Serkirdeyatiya Yekîtiya Niştimanî (YNK) Mistefa Şawreş ji K24ê re ragihand ku, bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî nûnerên her du aliyên YNKê civiyan.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Serkirdeyatiya Yekîtiya Niştimanî (YNK) Mistefa Şawreş ji K24ê re ragihand ku, bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî nûnerên her du aliyên YNKê civiyan.

Çawreş rêkxistina navmala YNKê bi pêwîstî dizane, ji bo ku karibin navmala aliyên din jî çak bikin. Herwiha li gor Çawreş ku demeke kêm li pêş wan maye bo çareserkirina nakokiyan, ku pêwîst e bilez bikin ûji bow ê mebestê jî her du alî di civînê de ne.

Çawreş aşkere kir jî, ku bê rêkeftina her du aliyan, ew naçin kongreyê.

Herwiha Çawreş amaje bi serdana Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bo Bexdayê kir û ragihand, ji YNKê Kusret Resûl, Şêx Cafer, Mela Bextiyar û ji Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn bi şanda Barzanî re diçin Bexdayê.