Nexweşxaneyên Minbicê nehatine nûjenkirin

Nexweşxane û saziyên tenduristiyê li bajarê minbicê rastî kêmbûna derman û alavên bizîşkî tên. Ji aliyekî din ve, piştî koçberiya hejmareke mezin ji bijîşkên bajêr di serdema DAIŞê de, pisporên tenduristiyê jî li deverê kêm bûn, ku 70 bizîşk tenê li bajêr mane, ew jî bi tenê nikarin tevahiya karên nojdariyê bi rê ve bibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e5541e0e-9219-497c-975e-974acc1efca8/Nexweshxane.ism/manifest

K24 - Minbic

Nexweşxane û saziyên tenduristiyê li bajarê minbicê rastî kêmbûna derman û alavên bizîşkî tên. Ji aliyekî din ve, piştî koçberiya hejmareke mezin ji bijîşkên bajêr di serdema DAIŞê de, pisporên tenduristiyê jî li deverê kêm bûn, ku 70 bizîşk tenê li bajêr mane, ew jî bi tenê nikarin tevahiya karên  nojdariyê bi rê ve bibin.

Berî dagîrkirina DAIŞê ji bajarê minbicê re, 7  nexweşxane di nava bajarê de dixebitîn, lê niha sê nexweşxane tenê kar dikin, ji ber ku çekdarên  DAIŞê yên din şewitandin û mayin kirin. Herwiha tevahiya alav û pêdiviyên pêwîst jî hatin talankirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebirê nexweşxaneya Hikme dide zanîn ku tevî vê rewşa xirab, heta niha ti rêxistinên tenduristî an mirovî nehatine  deverê.

Tevî derxistina bajarê Minbicê ji destê  DAIŞê di navîna Tebaxa borî de, hîn jî nexweşxane û navendên tenduristiyê nehatine nûjenkirin, ji ber vê yekê piraniya birîndar û nexweşan ber bi nexeşxaneyên Kobanê û Qamişlo ve tên veguhestin, ev yek jî dibe sedema têkçûna rewşa tenduristî li deverê.