Joe Biden piştgîriya şanda Herêma Kurdistanê dike

Cîgirê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Joe Biden bi pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, piştgîriya xwe bo şanda Herêma Kurdistanê ya ku biryar e sibe Bexdayê bike, derbirî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêwendiyeke telefonî de, Biden hêvî xwast ku serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê serkeftî be û encamine baş jê derkevin.

Herwiha Biden hêvî xwast jî ku proseya diyalog, danûstandin, civîn û hevahengiyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam be.

sibe şandeke pilebilind ji aliyên siyasî bi serokatiya Serokê Herêma KurdistanêMasûd Barzanî serdana Bexdayê dikin, operesyona kontrolkirina Mûsilê û pirsa serxwebûna Kurdistanê jî babetên sereke yên civînên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Bexdayê ne.