Kendava Erebî êrîşa li ser Helebê şermezar dike
K24-Navenda Nûçeyan
Welatên Kendava Erebî êrîşa firokeyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser bajarê Helebê û kuştina welatiyên wê şermezar kir, daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, destwerdanê bike û êrîşa li ser bajêr rawestîne.
Derbarê vê yekê Sekreterê Giştî yê Encûmena Kendava Erebî Ebduletîf El-Zeyanî di kongireyeke rojnamevanî de bi tundî operasyonên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser bajarê Helebê û kuştina sivîlan şermezar kir.
El-Zeyanî da zanîn êrîşa li ser bajarê Helebê bi hemû çekên qedexekirî binpêkirina yasayên navdewletî û piransîbên mafên Mirovan e, herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku, ew êrîş bi lez were rawestandin.
Ev zêdeyî deh rojan e rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi armanca kontirolkirina bajarê Helebê wî bajarî topbarandikin, heta niha bi sedan kes hatine kuştin û di bin avahiyên herifî de mane.