“Rewşa mafên mirovan li Îranê cihê nîgeraniyê ye”

Rêxistina Lêborîna Navdewletî dibêje, piştî rêkeftina Atomiya Îranê, rewşa mafên mirovan li wî welatî xirabtir bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêborîna Navdewletî dibêje, piştî rêkeftina Atomiya Îranê, rewşa mafên mirovan li wî welatî xirabtir bûye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di daxuyaniyekê de amaje bi rewşa mafê mirovan ya li Îranê kir û ragihand, ji piştî rêkeftina atomiya Îranê û welatên G5 ve, rewşa mafê mirovan li Îranê di metirsiyê de ye.

Karnasekî beşê Rojhilata Navîn di Rêxistina Lêborîna Navdewletî de dibêje, bilindbûna rêjeya bidarvekirinê – bi taybet jî bidarvekirina kesên di jêr temenê yasayî – li Îranê cihê nîgeraniyê ye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî di destpêka îsal de di raportekê de amaje kiribû ku, tenê di sala 2015an de nêzîkî hezar kesî li Îranê hatine bidarvekirin.