Çima Barzanî li Bexdayê got “Serxwebûn” û negot “Cudabûn”

Pisporekî yasayî yê Iraqî aşkere dike ku, çima Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li Bexdayê peyva “Serxwebûn” li cihê peyva “Cudabûn” bikar aniye. Ew pispor dibêje “Ji aliyê yasayî ve her du peyv – Serxwebûn, Cudabûn – ne yekwate ne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporekî yasayî yê Iraqî aşkere dike ku, çima Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li Bexdayê peyva “Serxwebûn” li cihê  peyva “Cudabûn” bikar aniye. Ew pispor dibêje “Ji aliyê yasayî ve her du peyv – Serxwebûn, Cudabûn – ne yekwate ne.”

Pisporê yasayî yê Iraqî Tariq Herb dibêje jî: “Barzanî derbarê her peyvan de – Serxwebûn û cudabûnê – de, bi yek peyvê gelek tişt gotin.”

Derbarê bikaranîna peyva “Serxwebûnê” û “Cudabûn” de Tariq Herb dibêje: “Di konferansa rojnamevanî de, Emar Hekîm peyva (Cudabûn) bikar anî, lê Barzanî peyva “Serxwebûn” bikar anî, ji ber ku di warê yasayî de, ew her du peyv gelek wate hildigirin.”

Herb derbarê peyva “Serxwebûn” de dibêje: “Bikaranîna peyva (Serxwebûn) ji aliyê Barzanî ve, bi wateya ku Herêma Kurdistanê ji aliyê welatekî din ve dagîrkirî ye, ew dagîrî jî bidawî dibe û digihe serxwebûna xwe. Bi Wateya ku Herêma Kurdistanê di bin dagîrkirina Iraqê de ye û her divê ew dagîrî bidawî bibe.”

Derbarê peyva “Cudabûn” de Herb dibêje: “Ji aliyê yasayî ve (Cudabûn) bi wateya ku welatek ji welatekî din cuda dibe, ku her du welat di warê erk û mafan de wek hev in û berî wê jî ew welat ji aliyê welatê din ve nehatibe dagîrkirin.”

Herwiha Herb mînaka welatê Başûrê Sodanê tîne ziman û dibêje: “Başûrê Sodanê ji aliyê Sodanê ve nehatibû dagîrkirin, ji ber wê yekê ew her du welat ji hev cudabûn û dewleteke din ya din binavê Başûrê Sodanê hate damezrandin.”

Herb dibêje jî: “Çendîn welat li Asya û Efrîqya serxwebûnên xwe wergirtine, ku wek Iraqê di bin dagîrkirina Brîtanyayê de bûn û li sedsala borî de serxwebûna xwe bidest xistin.”

Herb amaje dike, wergirtina serxwebûnê ji welatê dagîker, wate û şîrovekirinên wê hene, ku pirsa serxwebûnê nakeve bin hukmê destûr û yasayên welatê dagîrker de, lê li gor qanûna navdewletî dibe û ne pabendî tedabîrên destûrî û yasayî yên dewleta dagîrker dimîne.

Herwiha Herb amaje bi wê yekê jî dike ku, bikaranîna peyva “Serxwebûn” pirsgirêkan ji pirseke navxweyî digihîne pirseke navdewletî ku pêwendiya wê bi mafê çarenivîsî yê welatên bindest û dagîrker heye. Serxwebûn li gor qanûn û yasayên navdewletî tê cibicîkirin.

Herb tekez dike, “Serxwebûn” li gor yasayên navdewletî mafekî rewa ye, lê cudabûn ne mafekî rewa ye.