Şandeke din ya Îranî gihêşt Silêmaniyê

Şandeke Îranî bo navbênkariya di navbera baskên nakok yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de bike, gihêşte Silêmaniyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Îranî bo navbênkariya di navbera baskên nakok yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de bike, gihêşte Silêmaniyê.

Jêderekî ji K24ê re ragihand ku, îro şandeke Îranî bi mebesta nêzîkirina di navbera baskên nakok yên YNKê (Navenda Biryarê û Piraniya Pîlotbîroya YNKê) de bike, gihêşte Silêmaniyê.

Serdana vê şandê di demekê de ye, ku berî çand rojên borî de, di rûniştina her du baskan de ti pêşketin encam nedan û her pirsgirêk wek xwe man.

Her çend e ji piştî ragihandina Navenda Biryarê bi serpereştiya cîgirên Sekreterê Giştî yê YNKê, Îranê bi riya şandekê hewl bo rêkeftina her du baskan de kir, lê nikarî ti pirsgirêkan çareser bike.

îro jî bo cara duyemîn şandeke Îranî bi heman mebestê digihe Silêmaniyê û biryar e jî hewlên xwe bo navbênkariyê bike.

Herwiha îro şandeke Tevgera Goranê serdana baregeha Pîlotbîroya YNKê kir û ligel berêz Hêro Ehmed û çend endamên din yên Pîlotbîroya wê partiyê re civiyan.

Baskê Navenda Biryarê jî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku, her biryarek ji wê civînê derkeve, ne biryara giştî ya YNKê ye.