Ahmed Ozmen bersiva Yeni Şafak dide

Piştî kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, yekem car hilbijartinên serokatiya Baroya Diyarbekirê dê were lidarxistin. Di derbarê hilbijartinên baroyê de rojname ya "Yenî Şafak"' îddayên girîng avêtin holê û namzetê serokatiya Baroya Diyarbekirê jî, ev îdda qebul nekir û ji rojnamê xwest ku nûçeya xwe sererast bike.

K24 – Diyarbekir

Ji bo serokatiya Baro ya Diyarbekirê dê 8 û 9'ê cotmehê de hilbijartin werin lidarxistin. Namzetên serokatiyê jî Cîgir ê Serokatî ya Baro ya Diyarbekirê Ahmet Ozmen û Parêzer Mesut Bêştaş e.

Rojname ya Yenî Şafak îdda kir ku "Tahîr Elçî ji aliyê PKK'ê ve hatiye kuştin û Selahaddîn Demirtaş jî guvaşan li Ahmet Ozmen dike ku, ji namzetîya serokatiyê xwe vekişe".

Li ser van îddayan jî Ahmet Ozmen amaje kir ku, heta niha dozgeriyê di derbarê kuştina Tahîr Elçî de ti agahiyên zelal nedaye wan. Herwiha Ahmet Ozmen da zanîn ku, Selahatîn Demirtaş qet guvaşeke wiha lê nekiriye.

Ahmet Ozmen bi rêya hiquqî hişyarînameyek ji rojnameya Yenî  Şafak re şand, ku îdayên di derbarê wî de sererast bike.