PSK: Şaredariya Manîsayê êrîşî bêjeya "Kurdistan" dike

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li avahiya xwe ya Diyarbekirê di derbarê daxistana tabelaya partiyê li bajarê Manîsayê de daxuyaniyeke çapemeniyê belav kir. Di daxuyaniyê de hate amaje kirin ku PSK partiyeke yasayî ye û kiryarên li dijî wê partiyê ne demokratîk in.

K24 – Diyarbekir

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek bi daxuyaniyeke çapemeniyê da zanîn ku, li bajarê Manîsa ya Tirkiyê tabelaya partiya wan a Kurmancî ji aliyê xebatkarên şaredariyê ve hatiye daxistin û ev yek jî bi arasteyên dozgerê Manîsayê hatiye kirin.

Mesûd Tek amaje kir ku, di nava çapemeniya herêmî ya Manîsayê de jî navê partiya wan û navnîşana partiya wan ji bo kesên nijadperest wek armanc tê nîşandan û ev yek jî metirsiya êrîşê li ser endamên partiya wan ên li Manîsayê peyda dike.

 Mesûd Tek di derbarê daxistina tabelaya partiya xwe de da zanîn ku, ew ê wek partî di hiquqa navîn de jî û di qada navnetewî de jî li mafên xwe bigerin û herwiha konsulxaneyên welatên biyanî yên li Enqerê jî ji vê buyerê haydar bikin.