Amûde.. Çalakiyên hunerî li ser gelê Kurd û mafê jinê

Bi navê “Keskesor Bi Rengên Nû” Pêşangeheke hunerî bi serpereştiya rêxistina Cizûr ya civakî li bajarê Amûdê bi rê ve diçe, tê de hejmareke mezin ji hunermendên şêwekar û peykersaz berhmên xwe pêşkêş dikin. Pêşbîn e ku ev pêşangeh li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.
kurdistan24.net

K24 – Amûde

Bi navê “Keskesor Bi Rengên Nû” Pêşangeheke hunerî bi serpereştiya rêxistina Cizûr ya civakî li bajarê Amûdê bi rê ve diçe, tê de hejmareke mezin ji hunermendên şêwekar û peykersaz berhmên xwe pêşkêş dikin.

Pêşbîn e ku ev pêşangeh li seranserî bajarên Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.

Li bajarê Amûdê bi beşdariya 22 hunermendên şêwekar û peykersaz   Pêşangeheke hunerî bi navê “Keskesor Bi Rengên Nû” lidar dikeve,

Li gor hunermendên beşdar piraniya keval û peykeran weke derbirînekê  li ser êş û taybetiyên gelê Kurd û mafê jinê ne.

Pêşangeha “Keskesor Bi Rengên Nû” dê li ser dirêjahiya 2 rojan, nêzî 40  keval û peykerî ji mêvanên xwe re nemayiş bike. Ji aliyê xwe ve kesên ku derbasî pêşangehê dibin, kêfxweşiya xwe diyar dikin û didin zanîn ku, çalakiyên hevawe di vê dema dijwar de bi nirx in,  her wiha cihê rêzdariyê ne .

Bi armanca derfetdayîna azadiya derbirînê, rêxistina Cizûr ya civakî  çalakiyê bi rê ve dibe, da ku tê de hunermendên beşdar hastên xwe di riya peyker û kevalan re pêşkêş bikin. Li gor endamên serpereşt eger e ku ev  pêşangeh li tevahiya bajarên Rojavayê Kurdistanê bê nemayişkirin .