Sarkozy: cîhê Tirkiye di Yekîtiya Ewropayê de nîne

Sarkozy careke din xwe berbijêrê posta serokatiya Fransayê kiriye.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Berê yê Fransayê Nicholas Sarkozy ragehand ku, Tirkiye welatekî Asyayî ye û cîhê Tirkiye li Ewropayê nîne. 

Sarkozy ku carek din xwe wek namzedê Serokatiya Fransayê xwe nîşan daye, li bajarê Strasbourgê bi alîgirên xwe re hat ba hev.

Di axaftina xwe de wiha got:"Her çiqas dîrok û şaristaniya Tirkiyê kevin be jî cîhê wê ne Ewropa ye, ji ber ku welatekî Asyayê ye. Sarkozy da xuyakirin, divê misilmanên ku li Fransayê dimînin bi awayek aram û serbest bijîn û ola îslamê û terorîstên tundrew wekhev neyên girtin."