Rola Amerîka di navbera Hewlêr û Bexdayê de

Roleke girîng a Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk di asayîkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bedayê de hebû, ev yek jî bi mebesta avakirina hevahengiyeke leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1b489129-dc21-4c17-b0a3-e5bf6f84f2ea/Mcgurk%20Erbil%20Baxda.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Roleke girîng a Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk di asayîkirina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bedayê de hebû, ev yek jî bi mebesta avakirina hevahengiyeke leşkerî di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de, berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê.

Hewla dîplomasî ya Amerîka û bi taybetî ya Brett McGurk, ku berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê, Hewlêr û Bexda ji hev nêzîk kirin û hewla çareserkirina pirsgirêkan di navbera her du aliyan de kir.

Di raporteke “Rueters” derbarê Hewlên nehêştina pirsgirêk û nakokiyan di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de, ew yek aşkere kir ku, Amerîka bi nûneratiya McGurk rêkeftina meha Tebaxê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê pirsa petrolê de kiriye, ku Washington di wê baweriyê de ye, asayîkirina pêwendiyê Hewlêr û Bexdayê, fakterekî girîng e, bo avakirina hevahengiyeke leşkerî di navbera Herêma Kurdisanê û Iraqê de bo şerê Mûsilê.

Rueters ew yek jî aşkere kir ku, hewlên McGurk di meha Nîsana borî de dest pê kiriye û bi civîna di navber Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Netewî Falih Feyaz di meha Hizêrana borî de ya li Hewlêrê bi dawî hatiye.

Piştre Ruetersê belav kiriye, di wê civînê de Barzanî ji McGurk re gotiye: “Em beşdarî şerê Mûsilê nabin, heger bûdçe û mûçeyên Kurdistanî bo Kurdistanê neyin şandin.”

Herwiha Ruetersê li ser zarê jêderekî Herêma Kurdistanê ku ji hikûmeta Iraqê û Amerîka re diyar kiriye ku, ji ber sedema ragirtina hinardina petrola Kerkûkê ji aliyê Bexdayê ve, ji meha Adarê ve Herêma Kurdistanê nêzîka milyarek dolar ziyan kiriye.

Ajansa Rueresê amaje kiriye, rêkeftina meha Tebaxê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi serpereştiya Amerîka, hêşt ku pirsgirêkên navxweyî li Herêma Kurdistanê zêde nebin, ku berpirsên Silêmaniyê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribûn ku petrola Kerkûkê hinardeya Îranê bikin, lê ew pêşniyar ji aliyê her yek ji hikûmeta Iraqê, Tirkiye, Amerîka û Herêma Kurdistanê hate redkirin.

Hewlên Amerîka bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de berdewam bûye, heta gihêşt wê yekê, ku di hefteya borî de Barzanî ji piştî 3 salan ve serokatiya şandeke pilebilind bike û serdana Bexdayê bike û ligel berpirsên pilebilind yên Iraqê bicive.

Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Seed Hedîsî jî ragihand, ku roleke mezin ya Amerîka bo jihevnêzîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê hebû û pirsgirêk berî destpêkirina şerê Mûsilê çareser kirin.