YE: Li Tirkiyê bilêvkirina dijitî û neyartiyê zêde dibe

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, Li Tirkiyê bilêvkirina dijitî û neyartiyê roj bi roj zêde dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand, Li Tirkiyê bilêvkirina dijitî û neyartiyê roj bi roj zêde dibe.

Komîsyona Bi Nijdaperstiyê re Tekoşîn a Yekîtiya Ewropayê derbarê Tirkiyê de rapora xwe ya pencemîn belav kir û da zanîn ku, li Tirkiyê rewşa Kurdan, penaberên Sûrî û Roman û hevzayendan ber bi xirabiyê ve diçe.

Di raporê de tê gotin, ji siyasetmedaran heta hunermendan di civakê de bilêvkirina dijitî û neyartiyê zêde bûye.

Komîsyon herwiha amaje bi wê yekê dike, kesên gotinên neyartiyê li hemberî Kurd û nemisilmanan bilêv dikin jî nayên darizandin û ew ji vê yekê nîgeran in.