Amerêka behsa bijardeya lêdana rêjîmê dike

Welatên bihêz li cîgirêyên din ji rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê re digerin, piştî tuhmetkirina her du aliyan ji hev re, ku xalên wê rêkeftinê binpê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatên bihêz li cîgirêyên din ji rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê re digerin, piştî tuhmetkirina her du aliyan ji hev re, ku xalên wê rêkeftinê binpê kirine.

Li Berlînê civînek 5 alî di navbera Almanya, Amerîka, Fransa, Îtalya û Brîtanyayê derbarê krîza Sûriyê de bi rê ve diçe. Welatên bihêz jî cîgiriyên din behs dikim, bi armanca rawestandina şer û tundûtûjiyê li Sûriyê.

Rojnameya “Washington Post” di vê derbarê de belav kir, li ser zarê jêderekî nêzîk ji Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry aşkere kir ku, armanc ji civîna Berlînê ew e, ku tundûtûjî li Sûriyê were rawestandin û vegerin proseya siyasî.

Herwiha wê rojnameyê amaje bi wê yekê kir ku, rêveberiya Amerîka bijardeya arastkirina hin lêdanan ji rêjîma Sûriyê re gotûbîj dike.

Ji 22 meha bûrî rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê, li taxên rojhlatê Helebê dest bi êrîşê kiriye, ku heta niha di encama wê êrîşê de bêtir ji 250 kesî hatine kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûne.