NY Îranê bi binpêkirina mafên mirovan tuhmetbar dike

Sekreterê Giştî ya NY Îran bi binpêkirina mafê mirovan tumetbar kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî ya NY Îran bi binpêkirina mafê mirovan tumetbar kir.

Li gor nûçeyeke rojnameya “Guardian” ya Brîtanî, ku Sekreterê Giştî ya Netewên Yekgirtî (NY) Ban Ki-Moon di raportekê de ji Komîta Giştî ya NY re, Îran bi binpêkirina mafên mirovan tuhmetbar kir.

Ki-Moon di raportê de dibêje: “Bilindbûna rêjeya bidarvekirin, dadgehkirina ne dadwerane û desteserkirina welatiyên bi bê belge ji aliyê Îranê ve, binpêkirina aşkere ji mafê mirovan re ye û cihê nîgeraniyê ye.”

Berî demekê rêxistina Mafê Mirovan ya ser bi NY aşkere kir ku, li Îranê di salekê de bêhtir ji hezar kesî hatine bidarvekirin.