Parêzgarê Mûsilê spasiya Pêşmerge dike

Bi nêzîkbûna destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê re, berpirsên wî bejarî hişyariyê didin, piştî nemana DAIŞê, heger desthilat nete dayîn bo Suniyan, eger heye Iraq perçe bibe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/fe5e5962-b073-4b52-99d7-337fe8172070/Njefi%20u%20Hamadi%20Mosul.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi nêzîkbûna destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê re, berpirsên wî bejarî hişyariyê didin, piştî nemana DAIŞê, heger desthilat nete dayîn bo Suniyan, eger heye Iraq perçe bibe.

Serkirdeyê Heşda Niştimanî û Parêzgarê berê yê Mûsilê Esîl Nuceyfî di daxuyaniyekê de boK24ê hişyariyê dide, ku piştî têkşikandina DAIŞê li Mûsilê, heger desthilat nete dayîn bo Suniyan, eger heye Iraq perçe bibe.

Nuceyfî ku serkirdeyê çend hezar çekdarên Erebên Sunî e yên wê navçeyê dibêje: “Ti pirsgirêkên me bi hêza Pêşmerge re tune ne, lê metirsî ji Îran û ecindeyên wê heye yên derbarê beşdariya Heşda Şeibî heye.”

Di heman demê de, Parêzgarê Neynewa Newfel Hemadî ji K24ê re axivî û got: “Hêzên Pêşmerge 9 yekîneyên îdarî yên girîng li sînorê parêzgeha Neynewayê rizgar kirin. Spasiya qurbanîdayîna Pêşmerge dikin û serî bo kesûkarên şehîdan didewînin.”

Parêzgarê Mûsil daxwaza ji xelkê Mûsilê kir ku, wek welatiyên navçeya Geyara li dijî DAIŞê serî hildin û hevkariya hêzên di operesyona rizgarkirina Mûsilê de beşdar, bikin.