Teqînek li kampa Atmê rû da: 25 kuştî

Teqînek li kampa Atmê ya opozîsyona Sûriyê ya li nêzîkî sînorê Tirkiyê rû da, di encamê de nêzîkî 25 kesan hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Teqînek li kampa Atmê ya opozîsyona Sûriyê ya li nêzîkî sînorê Tirkiyê rû da, di encamê de nêzîkî 25 kesan hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan li ser zarê bînerên bûyerê ragihand, teqîn li kampa Atmê ya nêzîkî sînorê Tirkiyê rû da, di encamê de nêzîkî 25 kesan canê xwe jidest dan, ku piraniya wan çekdarên Feyleq El-Şam in.

Ajansa “AA” ya Tirkî jî ragihand ku, teqîn bi riya otombêleke bombebarkirî rû daye, di encamê de herî kêm 20 kesan canê xwe ji dest daye.

Piştî bûyerê, DAIŞê berpirseyatiya teqînê li xwe girt.

Kampa Atmê ya penaberan li bakurê Idlibê li nêzîkî deriyê sînorî “Bab El-Hewa” ye û di bin kontrola çekdarên opozîsyona Sûriyê de ye.