Toner: Iraqî biryarê li ser rola Tirkiyê li Iraqê didin

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, hikûmeta Iraqê Iraqî biryarê li ser rola Tirkiyê di şerê Mûsilê de didin û pêwîst e rola Tirkiyê li Iraqê bi hevahengî ligel hikûmeta Iraqê be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, hikûmeta Iraqê Iraqî biryarê li ser rola Tirkiyê di şerê Mûsilê de didin û pêwîst e rola Tirkiyê li Iraqê bi hevahengî ligel hikûmeta Iraqê be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner derbarê biryara Parlementoya Iraqê bo derketina hêzên Tirkiyê ji nava xaka Iraqê de ragihand, pêwîst e tevahiya cîranên Iraqê rêzê li serwerî û yekperçeya Iraqê bigirin.

Toner got jî, şerê cîhanê li dijî DAIŞê ye û ew şer li Iraqê bi rê ve diçe, çaverê dibin ku, hemû hevbeşê vî karî bin.

Parlementoya Iraqê biryara derketina hêzên Tirkiyê ji nava xaka Iraqê dabû, herwiha bo vê mebestê jî Wezareta Derve ya Iraqê daxwaza civîneke bilez ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir.

Li ser biryara Parlementoya Iraqê, duh Wezareta Derve ya Tirkiyê bang li balyozê Iraqê li Enqere Hişam Elewî kir û nerazîbûna xwe li ser biryara parlementoya welatê wî nîşand da.