Bayik: Dewlet û AKPê dê werin dadgehkirin

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje, dûr yan nêzîk dewleta Tirk û desthilata AK Partî ji ber tawanên xwe yên dijî Kurdan dê werin dadgehkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje, dûr yan nêzîk dewleta Tirk û desthilata AK Partî ji ber tawanên xwe yên dijî Kurdan dê werin dadgehkirin.

Gotara Bayik di rojnameya Azadiya Welat de hat weşandin. Bayik da xuyakirin, Hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê ji hêla kîjan aliyan ve hatiye kirin jî, AK Partî ev yek bo bicihkirina desthilata faşîst bikar aniye.

Bayik da zanîn, bajarên Kurdan tên tunekirin û ji bo kiryarên qirêj yên desthilatiya Tirkiyê neyên dîtin, ji bilî medyaya nêzîkî xwe hemû medyayên bêdeng dikin. Daxistina kanalê zarokan û Zazayan neyartiyeke mezin ya li hemberî Kurdan e.

Bayik got, kiryarên hikûmeta Tirkiyê nîşan didin ku, di demên pêş de zordestî û fişar li ser gelê Kurd û aliyên demokrat jî zêde bibe.