Piştî girtina Televizyonên Kurdî rojnamevan bê kar mane

12 televîzyon û 11 radyoyên Kurdî hatin girtin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku  biryarnameya bi hikmê zagonî, 12 televîzyon û 11 radyo hatin  girtin. Ji aliyê hêzên ewlekariyê ve jî ev sazî hatin mohirkirin. Di encama vê kiryarê de ji 100'î zêdetir xebatkar ji karê xwe bûn. Yek ji van jî peyamnêrê ÎMC TV yê Bakûrê Kurdistanê Bekîr Guneş e û amaje dike ku ew ji aliyê aboriyê ve li vê encamê nanihêre û dê karê xwe li gorî derfetên xwe bidomîne.

Peyamnêr ê ÎMC TV yê Bakûrê Kurdistanê Bekîr Guneş wiha got:"Em ê  karê xwe berdewam bikin. Her çiqas qemereyên  me girti bin jî ev ji me re nabe asteng. Em ê telefonên xwe bi kar bînin û li Kurdistanê bigerin. Li ku derê karekî qirêj hebe, em ê bikişînin û belav bikin."

Girtina televîzyon û radyoyên ku bi Kurdî weşanê dikin, ji aliyê rojnamevanan ve wekî biryareke siyasî tê dîtin. Rojnamevan di wê baweriyê de ne ku yên ev biryar girtine, naxwazin dengên muxalîf hebin. Di vê çarçoveyê de peyamnêra WAN TV'yê Hulya Emeç tîne zimên ku biryara girtinê dê nêrîn û helwesta wan neguherîne.

Peyamnêra WAN TV Hulya Emeç ji aliyê xwe ve wiha axifî:

"Em dest ji karê xwe bernadin. Ew qemereyên me bigirin jî ew nikarin zimanê qut bikin. Dibe ku îro roja wan be lê dê roja me jî were. Bi vê kiryarê tê nîşankirin ku rê li ber dengên muxalîf tên girtin."

Xebatkarên televîzyon û radyoyên ku hatine girtin, piştî çend rêzecivînan xwe amade dikin ku rêzeçalakiyan li dar bixin û her wiha daxwaz dikin ku saziyên neteweyî û navneteweyî li wan xwedî derkevin.