Hewramî: Siyasetên Barzanî di Korbenda Şerq de tên pêşkêşkirin

Li Korbenda Şerq li Stanbolê nêrînên Herêma Kurdistanê û siyasetên Serok Masûd Barzanî derbarê Rojhilata Navîn hatin pêşkêşkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Korbenda Şerq li Stanbolê nêrînên Herêma Kurdistanê û siyasetên Serok Masûd Barzanî derbarê Rojhilata Navîn hatin pêşkêşkirin.

Hêmin Hewramî ji Stanbolê de ji K24ê re ragihand, wek Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û li ser xexwandina Korbenda Şerq bo beşdarîkirina di konferansê de du roj in hatine vexwandin, ku ew konferans taybet e bi gotbêjkirina sîstema nû ya Herêma Rojhilata Navîn.

Ji Herêma Kurdistanê, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê Hêmin Hewramî, Emîndarê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn, Serokê Enustûta Lêkolînên Rojhilata Navenî Dilewer Eladîn beşdarî konferansê dibin. Herwiha Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Numan kurtulmuş, Serokê berê yê Tunisê Munsif Merzoqî, siyasetmendar Ebdilbasit Sîda û çendîn siyasetmedar, akademisyen û Rojnamevanên cîhanê jî di konferansê de jî beşdar in.

Di korbendê de nêzîkî 10 şandên pispor yê di warê siyasî û akademisyenên Rojhilata Navîn beşdar in û li ser guhartinên herêmê çendîn daniştin û guftûgo bi rê ve diçin, bi taybet derbarê pirsa Sûriye, pêşeroja Iraq û pirsa hikûmraniya herêmê û rola hêzên herêman û hêzên Navdewletiya Navdewletî li Rojhilata Navîn de.

Hêmin Hewramî û Selahedîn Behadîn di warê rola Kurd û guhartinên li Rojhilata Navîn beşdarî konferansê dibin.

Li gor Hewramî, ku di konferansa du rojî de “Korbenda Şerq” behsa danana sîstemên nû yên siyasî û ewlehî bo qonaxa piştî tengijiya niha ya Rojhilata Navîn tê kirin û nêrînên aliyên cuda derbarê qonaxa niha û pêşerojê tê behskirin.

Ji ber ku hejmareke mezin ji ekterên siyasî yên herêmê di konferansê de beşdar bûne, girîngiyeke wê ya mezin heye û biryar e çendîn panel bi rê ve biçin. herwiha îro êvarê jî di panelekê de nêrînên Herêma Kurdistanê û PDKê derbarê projeyên ku niha bo herêma Rojhilata Navîn di qonaxa niha û pêşerojê de û qonaxa piştî DAIŞ û rizgarkirina Mûsilê de hene, tê pêşkêşkirin.

Herwiha projeya Herêma Kurdistanê û siyasetên Serok Barzanî bo pirsên herêma Rojhilata Navîn çi dikin û peyama Kurdistanê bi beşdarbûna di konferansê de radigihînin, ku bi pê çareserkirina pirsa Kurd û pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin. Herwiha amaje bi rola Pêşmerge û serkirdeyatiya Serok Barzanî bo têkşikandina DAIŞ tê kirin.