“Pêwîst e hikûmeta herêmê sîstema nû ya cîhanê peyrew bike”

Zilamy Xelîl Zade di Konferansa Rola Karta Taybet bo pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê de ragihand, şerê terorê, daketina nirxê petrolê barekî giran da ser milê Herêma Kurdistanê, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî wê astengan derbas bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Konferansa Rola Karta Taybet bo Pêşxistina Aboriya Herêma Kurdistanê bi sponseriya K24ê û bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bazirgan û berpirsên îdarî li Hewlêr bi rê ve dere.

Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Zilmay Xelîl Zade derbarê aboriya Herêma Kurdistanê de, daxwza bihêzkirina karta taybet kir, ji ber ku fakterekî sereke ye bo pêşxistina Herêma Kuristanê û dibe sedema aramiya û pêşxistina aboriya Herêma Kurdistanê.

Zade, nebûna sîstemeke pêşkeftî ya bank û darayî bi pirsgirêka sereke ya aboriya Herêma Kurdistanê dizane, ku pêwîst e rê bide webirhênana biyanî ku bên li Herêma Kurdistanê kar bikin xelkê Kurdistanê baweriyê bi pêşerojê hebe û sermiyandar dilniya bin, bo sermiyanên xwe bînin Herêma Kurdistanê , ku siyaseteke şefaf dibe fakterekî girîng bo pêşxistina karta taybet.

Balyozê berê ya Amerîka li Iraqê ragihand jî, piştî kontrolkirina bajarê Mûsilê, çendîn pirsgirêk û kêşeyên din rûbirûyî navçê dibe, lê tevî wê jî Herêma Kurdistanê dikare danûstandinê bi wê yekê re bike.