Wikileaks: Erdogan rê li ber avabûna dewleteke kurdî digre

Wikilieks di 19ê Tirmeha borî de jî nêzikê 300 hezar îmeylên navxweyî yên AK-Partiyê belav kiribû.

K24-Navebda Nûçeyan

Li gor belgeyên Wikileaksê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan li ser egera avabûna dewleteka kurdî hewla rêgiriyê dide.

Wikilekas 2hezar  belgeyên derbarê Rêveberê Kampanyaya Hilbijartinê ya Hillary Clînton, John Podesta de eşkere kir.

Di wan belgeyan de navê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî derbas dibe.  Li gor belgeyên belav bûyî navbera Erdogan û Amerîkayê de nakokiyên kûr hene.

Armanca Waşîngtonê şerê DAÎŞê ye. Lê belê armanca Erdogan hewla şerê PKKyê ye û dixwaze rê li ber avabûna dewleteka kurdî bigre.

Wikilieks di 19ê Tirmeha borî de jî nêzikê 300 hezar îmeylên navxweyî yên AK-Partiyê belav kiribû.