Dolar beramberî Lîreya Tirkî rekor şikand

Piştî darbeya leşkerî, Li Tirkiyê Dolar beramberî Lîreya Tirkî rekor şikand û di piyasayên Tirkiyê de, Dolarek Amerîkî bû 3.1 Lîre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî darbeya leşkerî, Li Tirkiyê Dolar beramberî Lîreya Tirkî rekor şikand û di piyasayên Tirkiyê de, Dolarek Amerîkî bû 3.1 Lîre.

Piştî kU Saziya Derecekirinê Kirêdiyan Moody`s puana Tirkiyê kêm kiribû, Lîreya Tirkî ev 20 roj in li beramberî Dolara Amerîkî nirx winda dikir û dadiket.

Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî  Yildirim a derbarê Sîstema Serokatiyê de nirxê dolarî beramberî lîreya Tirkî bilind bû û dolar rekor şikand.

Berî Darbeya leşkerî û ragihandina Rewşa Awerta Dolarek bi 2.91 Lîre bû. Di piyasayên Tirkiyê de, Dolarek Amerîkî îro bi 3,1 Lîreyan tê firotin û dolar heta niha li Tirkiyê ti carî ev qas biha nebûbû.