Gûneştekîn: Dixwazim li Kurdistanê jî pêşangehekê vekim

Pêşangeha wênesazê li cîhanê jî bi navûdeng Ehmed Gûneştekîn ya ku bi navê "Poetîkaya Mîtolojiyê" li Stenbolê hat pêşandan. Wêneyên ku ji aliyê Ehmed Gûneştekîn ve hatin xêz kirin yên ku ji Mîtolojiya Nezopotamya, Anatolya û Yewnaniyan sûd werdigre, bi rêya pêşangehekê ji bo bîner û hezkiriyên hûnerê hatin pêşandan.
kurdistan24.net

K24 – Stanbol

Pêşangeha wênesazê li cîhanê jî bi navûdeng Ehmed Gûneştekîn ya ku bi navê "Poetîkaya Mîtolojiyê" li Stenbolê hat pêşandan. Wêneyên ku ji aliyê Ehmed Gûneştekîn ve hatin xêz kirin yên ku ji Mîtolojiya Nezopotamya, Anatolya û Yewnaniyan sûd werdigre, bi rêya pêşangehekê ji bo bîner û hezkiriyên hûnerê hatin pêşandan. Gûneştekîn got ku: Ez dixwazim li Kurdistanê jî pêşangehekê vekim.

Peşangeha Wênesazê Kurd yê bi navûdeng Ehmed Gûneştekînê Batmanî ya bi navê Poetîkaya Mîtolojiyê, ji bo bîner û hezkiriyên hunerê hat pêşandan. Li Stenbolê Şaredariya Beyogluyê di çarçoveya demsala payîza hûnerê ya 2016an de, bi rêya pêşangehekê deriyên xwe ji hezkiriyên hunerê re vekir. Di despêka vebûna pêşangehe de gelek kesên navdar jî beşdar bûn. 

Ehmed Mîsbah Demîrcanê Serokê Şaredariya Beyogluyê di pêşangehê de diyar kir ku, ev pêşangeh dê di warê çand û hûnerê de ji bo Beyogluyê gelekî sûdewer be.

Ehmet Gûneştekînê li cîhanê bi navûdeng e, di gel galeriya Malbrough ya li New Yorkê, li gelek galeriyên bijarte yên li ser cîhanê jî hunerê xwe pêşkêş kiriye. Gûneştekîn diyar kir ku wî di vê pêşangehê de, ji mîtolojiyê sûd wergirtiye.  

Gûneştekîn ji K24ê re axivî û got: “Ev 5 sal in min li Tirkiye pêşangeh venekiribû. Wêneyên ku di vir de tên nişandan li ser Mezopotamya ye, li ser Anadoluyê ye li ser Yewnanê ye. Li ser çanda wan  hatiye çekirin. Herwiha mitolojiya Kurdi jî di vir de heye.”

Wênesazê li cîhanê bi navûdeng, ji ber ku li Kurdistanê nayê naskirin xemgîniya xwe anî ziman û got: “Ez gelekî dixwazim li Kurdistanê pêşangeheke vekim; li Silemanî, li Hewlêrê yan jî li Dihokê; ji bo gelê me bibînin. Bawer im yan haya wan ji min tune ye, min nas nakin; yan ji ew derfet çe nebûye. Lê ez dixwazim rojekê ji bo milletê me yê Kurdistanê jî pêşangeheke mezin vekim.”

Li pêşangehê, berhemên Gûneştekîn yên ku bi navê Zûmrûdû-Anka (Sîmex) û Şahmaran ji aliyê bîneran ve eleqeyeke mezin dît. Hunerhezên beşdarî pêşangehê bûne, ev pêşangeh gelekî li gor dilên wan bû.

Pêşangeha Gûneştekîn ya ku ji 10 berheman pêk tê, li avahiya dîrokî ya Şaredariya Beyogluyê heta 26ê mijdarê dê li benda hûnerhezan be.