Li Hesekê di encama teqîna bombeyekê de zarokek birîndar bû
K24-Navenda Nûçeyan
Li taxa Xiwêran ya bi ser bajarê Hesekê bombeyeke dengî teqiya di encam de zarokek birîndar bû û ziyanên mezin giheştine dukan û avahiyên derdorê.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, duh, li cadeya Axawat ya taxa Xiwêran li bajarê Hesekê yê Rojava yê Kurdistanê bombeyek dengî teqiya di encam de zarokek bi giranî birîndar bû, herwiha gelek ziyan giheşte avahî û dukanên derdûrê.
Ji aliyê Xwe rêxistina DAIŞê berpirsyaretiya xwe bi rêya ajansa Amaq re ragehand ku, wan Asayîşa Rojava kirine armanc .Ev bû du meh Taxa Xiwêran di bin kontirola YPG ê de ye.