Demîrtaş: Mitînga devra Yenîkapê ya Stenbol Tirkiyê kir 2 perçe

Demîrtaş herwiha diyar kir Serokomar Erdogan bi hinceta derbeya leşkerî dixwaze dîktatoriya xwe rabigîhîne. Lêbelê ew rê nadin wan.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Selahadîn Demîrtaş ragehand ku, Mitînga devra Yenîkapê ya Stenbol Tirkiyê kir 2 perçe.

Demîrtaş li Stenbolê di kombûneka HDPê ya Şaxê Stenbolê de axifî û got: AK-Partî CHP û MHP hatin ba hev û rêkeftina xwe ragihandin. Lêbelê mijara ku, ew rêkeftine Tirkperestî û olperestî ye.

Demîrtaş da zanîn ku, ev her 3ê partî herwiha li Yenîkapiya Stenbolê mitîngek bi navê yekitiyê lidarxistin lêbelê yekîtî pêk nehat, diyar kir ku, berevajî yekîtiyê Tirkiye bû 2 perçe. Ji ber ku, aliyên siyasî  di wê mitîngê de ji bo faşîzm û nijadperestiyê hatibûn ba hev.

Demîrtaş herwiha diyar kir Serokomar Erdogan bi hinceta derbeya leşkerî dixwaze dîktatoriya xwe rabigîhîne. Lêbelê ew rê nadin wan.