Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

"Têkşkandina DAIŞê û azadkirina Mûsil jî bo Herêma Kurdistanê giringeke xwe ya taybet heye û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye."

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, azadkirina bajarê Mûsilê bo Herêma Kurdistanê giringe û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Ev jî deqa daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Ev demeke dirêje li ragehandin û navendên siyasî yên navxwyî û derveyî behsa amadekariyên operasyona azadkirina Mûsilê tê kirin, têkşkandina DAIŞê û azadkirina mûsil jî bo Herêma Kurdistanê giringeke xwe ya  taybet heye û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Be pêwîstî  dizanim li vê derbarê de bi hemû aliyan radgehînim  ku, amadekariyên tevahiya destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê hatine kirin, di vê çarçoveya de  rêkeftin di navbera hêzên pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê çêbûye, di  vê rêkeftinê de çawaniya operasyonê û kar û erkê serbazî yê hemû hêzê û yekîneyên beşdarbûyên  di operasyonê de bi hûrî hatine diyarkirin û  pabendbûna tevahiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi cîbecîkirina rêkeftinê dupatdikin, hemahingiyeke tevahî  di navbera hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye, herwiha hemû hawlên xwe dikin ku, ti rûdaneke nexwestî çîbibe.

Herwiha Hewlêr ûBexda li ser ew rêkeftine komîteyeke bilind a siyasî ya hevbeş damezrandiye bo kontirol û serpiriştiya qonaxê û pêşhateyên li  piştî azadkirina Mûsilê.

Hêviya wê yekê dixwazim operasyona azadkirina Mûsilê bi serkeftî  wewre encamdan û niştecihên bajarê Mûsilê jî ji zulia terorîstên DAIŞê rizgar bibin û xelkên koçberên Mûsil û parêzgeha Neynewa bi bextewariyê de vegerin bajar û navçeyên xwe.

Mesûd Barzanî

15.10.2016