Erdogan: Em lli ser daxwaza Iraqê li Başîqê bicih bûne

Da zanîn ku, ewê li Iraqê bimîn in.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehand ku, bi daxwaza Serokwezîrê Iraqê wan hêzên xwe şandine Başîka û Tirkmen, Kurd û Erebên Mûsilê dixwazin hêzên Tirkiyê li wê derê bimînin.

Derbarê vê yekê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan li Konyayê beşdarî mitîngê bû û bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û got:Ebadî  bixwe ji serokwezîrê me xwestiye ku, hêzên xwe bişînin Başîka lê niha dixwazin ji wir derkevin.

Da zanîn ku, ewê sibê daxwaza xwe ya beşdarkirina operasyona Mûsilê pêşkêşî Hêzên Hevpeymanan bikin û bi biryar in ku di nav hêzên hevpeyman de cih bigrin.

Herwiha got ku, eger hevpeyman daxwaza Tirkiyê red bikin wê demê dê Plana B û C ya Tirkiyê were rojevê, Tirkiye ne dewletekî qebîleye bila vê baş bizanin.

Erdogan aşkere ku , niha li ser Tirkiyê bi rêya DAIŞ û YPG tê lîstin û li vê derê xefk hene û dibêjin ku, ew dê çekan bidin YPG.