“Tirkiye naxwaze Mûsil bikeve bin bandora Şî'iyan”

Li gorî ragihandina hêzên herêmî û navdewletî, operasyona rizgarkirina Mûsilê ya di destê DAIŞê de dê van rojan dest pê bike. Tirkiye jî amadekariyên operasyona rizgarkirina Mûsilê dike. Hêzeke zêde ya leşkerên Tirkiyê, nêzîkî Deriyê Gumrika Xêbûrê hat bicihkirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Li gorî ragihandina hêzên herêmî û navdewletî, operasyona rizgarkirina Mûsilê ya di destê DAIŞê de dê van rojan dest pê bike. Tirkiye jî amadekariyên operasyona rizgarkirina Mûsilê dike. Hêzeke zêde ya leşkerên Tirkiyê, nêzîkî Deriyê Gumrika Xêbûrê hat bicihkirin.

Serokomar, serokwezîr û rayedarên dewleta Tirkiyeyê dibêjin dê Tirkiye jî beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe. Serokê Şaxa AK Partiyê yê Diyarbekirê Mihemed Dara Akar dibêje, sedema daxwaza beşdarbûna Tirkiyê pêşîlêgirtina paqijiya nijadî û mezhebî ye.

Serokê Şaxa AK Partiyê yê Diyarbekirê Mihemed Dara Akar got: "Hin hêzên navdewletî dixwazin di nav Tirkiyê de tevliheviyê çêkin, ew hêzên navdewletî naxwazin Tirkiye beşdarî operasyona Mûsilê jî bibe."

Rayedarên HDP'ê dibêjin, beriya operasyona Mûsilê, divê Tirkiye aştiya navxweyî pêk bîne. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp amaje dike ku heger Tirkiye bi Kurdên li Rojava, Rojhilat, Başûr û Bakur re pêwendiyên xwe xirab bike, dê ti sûdê ji operasyona Mûsilê jî wernegire.

Yîgîtalp dibêje: "Heger di nav welatê we de aştî tunebe, hûn ê çawa bikaribin li nav welatekî din aştiyê pêk bînin? Di vêpêvajoyê de Tirkiye ji bo aştiya navxweyî tu gavan nahavêje. Di rewşeke wiha de beşdarbûna operasyona Mûsilê nayê fêmkirin."

Li gorî ragihandina pisporên têkiliyên navdewletî, sedemên daxwaza beşdarbûna Tirkiyê, ji operasyona Mûsilê ev in;  Tirkiye naxwaze PKK jî wekî hêzeke rewa bi hêzên navdewletî re beşdarî operasyonê bibe, dixwaze bi rêya Mûsilê di mijara enerjiyê deli herêmê xwedî gotin be û naxwaze Mûsil bikeve bin bandora Şî'iyan de.