Barzanî û Ebdilmehdî pirsa Mûsilê gotûbêj kirin

Di hevdîtinekê de Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ligel serkirdeyê Encûmena Bilind ya Îslamî ya Iraqê Adil Ebdilmehdî de, amadekariyên operesyona rizgarkirina Mûsilê û hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de, gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku îro Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêşwaziya serkirdeyê Encûmena Bilind ya Îslamî ya Iraqê Adil Ebdilmehdî kir. Barzanî û Ebdilmehdî tekezî li ser diyalog û lihevkirina di navbera aliyan de kirin, bo çareserkirina pirsgirêkan.

Di hevdîtinê de, amaje bi rewşa ewlehî û amadekariyên operesyona rizgarkirina Mûsilê kirin, ku hevahengî di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi girîngî binav kirin.