Bexda daxwaz ji PKKê dike: Bi Heşda Şeibî re bi yek bin

Jêderekî siyasî yê agahdar aşkere kir ku, Bexdayê “Çireya kesk” ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re pêxistiye, ku beşdarî şerê kontrolkirina Mûsilê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî siyasî yê agahdar aşkere kir ku, Bexdayê “Çireya kesk” ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re pêxistiye, ku beşdarî şerê kontrolkirina Mûsilê bibe.

Wî jêderî ragihand jî, desthilatên Bexdayê PKK bi beşdarbûna di operesyona kontrolkirina Mûsilê agahdar kiriye. Herwiha daxwaz ji wê kiriye jî ku amade bin û ji çiyayê Şingalê dakevin û bi Heşda Şeibî re bibin yek û beşdarî wî şerî bibin.

Wî jêderî hişyarî daye beşdarbûna PKK û Heşda Şeibî di proseya kontrolkirina Mûsilê de û gotiye: “Beşdariya wan her du grûpan di şer de, tê wateya vekirina riyekê di navbera Îran û Sûriyê de, bo piştevaniya rêjîma Beşar Esed û gihêştina Heşda Şeibî nêzîkî sînorê Tirkiyê.”

Ev daxuyanî di demekê de tên ku, rojnameya “Guardian” ya Brîtanî di raportekê de amaje kiribû, Gerîlayên PKKê li Şingalê beşek in ji Heşda Şeibî û çend grûpên din yên wek Esayib Ehluheq û Hizbulaha Libnanî, ku ew jî beşek in ji plana Îranê, ku ew plan bi serpereştiya Fermandarê artêşa Qudis ya Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî bi rê ve diçe, bo vekirina riyeke bijayî di navbera Îran û Sûriyê de û bi xaka Iraqê ve bê girêdan.

Tevî ku, li gor zanyariyên çend jêderên navxweyî li Parêzgeha Kerkûkê ku ji medyayên Erebî gotine, desthilatên Bexdayê li navçeyên Kerkûkê baregeh dane gerîlayên PKKê û her gerîlayekî PKKê mehane 800 dolar ji Iraqê werdigire û Iraq PKKê wek kartekE fişarê li dijî Tirkiyê bikar tîne, bi taybetî ku niha pêwendiyên di navbera her du welatan de li ser hebûna hêzeke Tirkiyê li Başîkê di rewşeke xerab de ye û berpirsên her du welatan rojane daxuyaniyên tund li dijî hev didin.

Bi taybetî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihandibû, hebûna hêza Tirkiyê li nava navçeyên Neynewayê metirsî ye û ne dûr e ku şerekî herêmî rû bide.

Ev jî heman gotina wî jêderî siyasî bo medyayên Iraqî ne, ku beşdarîkirina PKK û Heşda Şeibî ya Şîyî di şerê Mûsilê de bo vekirina riyeke bijayî di navbera Îran û Sûriyê de ye. Herwiha wî jêderî hişyarî derbarê rûdana şerekî herêmî li navçê daye.