Berpirsekî Tirkiyê: PKK beşdarî şerê Mûsilê nabe

Berpirsekî hikûmeta Tirkiyê dibêje, Amerîka hikûmeta Tirkiyê dilniya kiriye ku gerîlayên PKKê beşdarî operesyona kontrolkirina Mûsilê nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsekî hikûmeta Tirkiyê dibêje, Amerîka hikûmeta Tirkiyê dilniya kiriye ku PKKê beşdarî operesyona kontrolkirina Mûsilê nabe.

Li gor raporteke rojnameya “Hurriyet” a Tirkiyê, li ser zarê berpirsekî pilebilind yê hikûmeta Tirkiyê ragihand, Amerîka hikûmeta Tirkiyê dilniya kiriye ku gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) beşdarî operesyona kontrolkirina Mûsilê nabin.

Tekezkirina Tirkiyê li ser beşdarîkirina di opersyona kontrolkirina Mûsilê de dike, bo yekê vedigere ku rê nede rola PKKê di wî şerî de hebe.

PKKê di dema borî de aşkere kiribû ku, ew dixwaze beşdarî şerê kontrolkirina Mûsilê bibe.

Di heman demê de, Medyayên Tirkiyê aşkere kirin ku, di hefteya borî de şandeke Amerîkî hate Tirkiyê û wê şandê ew peyam gihande Tirkiyê.