Rojeva Parlamentoya Tirkiyê operasyona Mûsil bû

Yekemîm civîn bû di werzê nû de.
kurdistan24.net

K24-Enqerê

Li Parlementoya Tirkiyê yekem komcivînên partiyên siyasî ya heyama nû ya Qanûndanînê pêk hat. Rojeva serokên partiyên siyasî ya herî giring operasyonên Sûriyê û Mûsilê bû. B itaybetî daxuyaniya Serokkamar Bînalî Yildirim ya derbarê polîtîkaya nû ya ji bo Sûriyê balkişand.

Karê yekem ya Parlamentoya Tirkiyê pesendkirina tezkereya derbarê Iraq û Sûriyê de bû ku derfêta operasyona derveyî sînor dide Tirkiyê.

Ji bilî HDPê her sê partiyên din pişgirî dabûn pesendkirina tezkereyê. Piştî vê tezkereyê di heyama nû ya qanûndanînê de partiyên siyasî yekem car komcivînên xwe lidarxistin û ev mijar di rojeva wan de bû. Serokwezîr Bînalî Yildirim daxwaza xwe ya avakirina herêma biewle dubare kir û rave kir ku Sûriye can dide rêxistinên terorî û operasyona Telaferê jî di nava xemginiyê de nirxand. Yildirim li ser wan şîfreyên derbarê polîtîkaya nû ya li ser Sûriyê û operasyonan jî rawestiya.

"Me çawa DAIŞ bi rêya Artêşa Azad ya Sûriyê bi paş xist, gava ku pêwîst bike em dikarin bi darê zorê PYDê û YPGê jî  ji Cerablûsê  derxin. Liv û tevgerek heye li Mûsil û Telaferê. Em di nava fikaran de ne ku Mûsil bibe cihê nû yê şerê di navbeyna mezheban de. Planên hevalbendên me yên li Sûriyê zelal nîn in, ev yek xetereyekê di nava xwe de dihevîne. Li Telaferê jî heman tişt heye."

Di komcivîna MHPê de jî axaftina Devlet Bahçelî piranî li ser operasyonên Mûsil û Sûriyê bû. Bahçelî xwest ku DAIŞ bi temamî li Mûsilê bê paqijkirin û ji bo Sûriyê jî pêşniyareke wisa kir.

Serokê Giştî Yê MHPê Devlet Bahçelî  wiha axifî:

"Bi mebesta parastina ewlehiya sînorên Tirkiyê û dabînkirina aramiya neteweyî, ew operasyona ku ji Cerablûsê destpêkiriye heta rojava û başûr divê berdewam bike. Ji bo herêma bi ewle jî divê di kurahiya 5 hezar kîlemtirkoşe de jî rêxistinên terorê bên paqijkirin."

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir ku polîtîkaya hikûmetê ya derve îflas kiriye û got; "Li Sûriyê berpirsiyarê wê xwîna mislimanan ku dirijê kî ye?" Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demirtaş jî zêdetir li ser polîtîkaya navxweyî ya Tirkiyê axivî û daxwaz kir ku têkîliya FETOyê ya di nava AK Partiyê de bê eşkerekirin.