Plana rizgarkirina Mûsilê radestî Ebadî bû

Şêwirmendê leşkerî di Wezareta Bergîriyê ya Iraqê de Mehemd Eskerî ragihand, operesyona hevbeş ya hemû aliyên beşdar di operesyona rizgarkirina Mûsilê radestî Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar Heyder Ebadî bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê leşkerî di Wezareta Bergîriyê ya Iraqê de Mehemd Eskerî ragihand, operesyona hevbeş ya hemû aliyên beşdar di operesyona rizgarkirina Mûsilê radestî Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar Heyder Ebadî bûn.

Eskerî got: “Plan, tevahiya warên leşkerî, ewlekarî, mirovî, tenduristî û koç û koçberan jî li xwe girtiye. Herwiha amadekarî jî bo bicihkirina hemû koçberên ku pêşbîn e, bi destpêkirina operesyonê re koçber bibin jî hatiye kirin.”

Li gor daxuyaniyên berpirsên Amerîkî û hin fermandarên leşkerî yên Iraqê, ku di meha bê de şerê rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê dest pê dike.