Îtalya alîkariyên zêdetir bo Pêşmerge bi rê dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heger riftarên hêzên di operesyona Mûsilê de beşdar neyê kontrolkirin, eger e şerekî taîfî û paktawiya regezî rû bide.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, heger riftarên hêzên di operesyona Mûsilê de beşdar neyê kontrolkirin, eger e şerekî taîfî û paktawiya regezî rû bide.

Daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hevdîtinekê ligel Balyozê Îtalya li Iraqê Marco Carnelos hat, ku her du aliyan operesyona Mûsilê, nîgeraniyên qonaxa piştî DAIŞê, pêdewîstiyên leşkerî û hevahengiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê gotûbêj kirin.

Ji aliyê xwe ve, Balyozê Îtalyayê li Iraqê ragihand ku, welatê wî kereste û alîkariyên leşkerî bi awayekî zêdetir dê bişîne Herêma Kurdistanê, ku di demên nêzîk de digihe destê hêza Pêşmerge.