Mesrûr Barzanî: Azadkirina Mûsilê dê DAIŞ li navçeyê têk bişkîne

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, divê berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, diyarkirina mîkanîzmeke hevbeş di navbera hêzên beşdar de hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, divê berî destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê, diyarkirina mîkanîzmeke hevbeş di navbera hêzên beşdar de hebe.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina balyozê Amerîk li Iraqê, Stewart Jons got ku, azadkirina Mûsilê dê bandorek mezin li ser hewldanên şikandina DAIŞê li navçeyê bike.

Herwiha Barzanî amaje bi bandora hevahengiya di navbera Pêşmerge, hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî de li dijî DAIŞê kir û diyar kir ku, bandora derûnî ya wê hevahengiyê bûye sedema serkeftinên zêdetir li ser DAIŞê.

Ji aliyê xwe ve, Stewart Jons ragihand ku, pêwîst e hevpeymaniya navdewletî alîkariyên zêdetir bide Herêma Kurdistanê, bo ji pirsgirêk û krîzên heyî xilas bibe.

Jons amaje bi wê yekê jî kir, ku Washington li pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û peydakirina pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge “têdigehe.”