Masûd Barzanî: Qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê girîng e
K24 – Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, qonaxa piştî rizgarkirina Mûsilê girîng û hestiyar e, ji ber ku ew çarenivîsa pêkhateyên olî û netewî yên parêzgeha Neynewayê ne, bi taybet yên Kurdên Êzidî û Xiristiyanan.
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ji Sekreterê Giştî yê Newetên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis re ragihand, pêwîst e pêkhateyên Mûsilê hemû hûrgiliyan di warê siyasî, îdarî û leşkerî de ji hev re zelal bikin. herwiha xelkê bajarê Mûsilê beşdarî proseya leşkerî, siyasî û îdarî bin û rêz li biryara wan bê girtin û biryarên wan di pêşerojê de bê cibicîkirin.
Derbarê alîkariya penaberan û hatina şepoleke nû bo Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî ji Kubîs re ragihand, dergehên Kurdistanê li pêş xelkê vekiriye.
Barzanî amaje bi xemsariya hikûmeta Iraqê derbarê alîkariya penaberan de kir û got, hikûmeta federal wek tê xwastin alîkariya penaberan nake.
Herwiha Barzanî diyar kir jî, ku tenê derbirîna soz û peyman ji aliyê civaka navdewletî ve ne bes e, pêwîst e gavên braktîkî bo alîkariyan werin avêtin.