Qasim Suleymanî li derdora Mûsilê ye

Parlementerkî Iraqê aşkere dike, Fermandarê Artêşa Qudis ya Pasdarê Îranî Qasim Suleymanî bo agahdarbûna li rewşa Mûsil gihêştiye Parêzgeha Neynewayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerkî Iraqê aşkere dike, Fermandarê Artêşa Qudis ya Pasdarê Îranî Qasim Suleymanî bo agahdarbûna li rewşa Mûsil gihêştiye Parêzgeha Neynewayê.

Li gor rojnameya “Şerq El-Ewset” belav kiriye, parlementerekî parêzgeha Diyala ragihand, Fermandarê Artêşa Qudis ya Pasdarê Îranî Qasim Suleymanî li xala sînorî Monzeriye ligel şandekê ku ji Pasdarên Îranê hatine nava Iraqê û rasterast berve Kerkûkê çûne, ji Kerkûkê jî berve parêzgeha Neynewayê çûne.

Parlementerê ku nexwastiya navê wî aşkere bibe diyar kir, efserekî li xala sînorî jê re gotiye ku, Suleymanî bi otombêleke dije gule û bi nimreya Îranî û bê passport derbasî Iraqê bûye.

Herwiha got jî, Bexdayê rê daye ku Suleymanî bê passport derbasî nava Iraqê bibe, ji ber ku ew Şêwirmendê Leşkerî yê hikûmeta Iraqê ye di şerê li dijî DAIŞê de ye.

Ji aliyekî din ve, Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî ragihand, hêzên wan beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê dibin û Suleymanî jî fermandarê wê operesyonê ye.

Esedî got jî, Qasim Suleymanî ne tenê şêwirmendê leşkerî yê Heşda Şeibî ye, lê ew şêwirmendê artêş, polisa federal û hêzên dije terror yên Iraqê ye jî.

Ji aliyekî din ve, Cîgirê Serokê Komîta Ewlehiyê di Parlementoya Iraqê de Hamid Mutlek, beşdarîkirina Suleymanî di operesyona rizgarkirina Mûsilê yan her şerekî din de red kir û ragihand, ji artêşa Iraqê re çendîn fermandarên leşkerî yên mezin hene, ku şareza û xwedî ezmûn in.

Herwiha Mutlek beşdarîkirina Suleymanî di operesyona rizgarkirina Mûsilê de red kir û got, ew beşdarîkirina wî ji heybeta artêşa Iraqê kêm dike û artêşa Iraqê bi “Qehreman” binav kir.

Qasim Suleymanî berê beşdarî çendîn operesyonên li dijî DAIŞê li parêzgeha Selahedîn û Diyala kiribû, ku tê gotin ewê di operesyona rizgarkirina Mûsilê de bike.