“Dem hatiye ku azadkirina Mûsilê dest pê bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsand “Dem hatiye ku azadkirina Mûsilê dest pê bike.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî li ser hesabê xwe yê tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsand “Dem hatiye ku azadkirina Mûsilê dest pê bike.”

Herwiha îro Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di peyamekê de ku arasteyî raya giştî kir, behsa destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê kiribû û ragihand, derbarê hûrgilyên operesyonê, bi hikûmeta Iraqê re rêkeftine.

Ev jî deqa daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê ye:

Ev demeke dirêje li ragehandin û navendên siyasî yên navxweyî û derveyî behsa amadekariyên operasyona azadkirina Mûsilê tê kirin, têkşkandina DAIŞê û azadkirina Mûsil jî bo Herêma Kurdistanê giringeke xwe ya  taybet heye û ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.

Bi pêwîstî  dizanim li vê derbarê de bi hemû aliyan radigehînim  ku, amadekariyên tevahiya destpêka operasyona rizgarkirina Mûsilê hatine kirin, di vê çarçoveya de  rêkeftin di navbera hêzên pêşmerge û Hêzên Artêşa Iraqê çêbûye, di  vê rêkeftinê de çawaniya operasyonê û kar û erkê serbazî yê hemû hêzê û yekîneyên beşdarbûyên  di operasyonê de bi hûrî hatine diyarkirin û  pabendbûna tevahiya hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bi cîbecîkirina rêkeftinê dupat dikin, hemahingiyeke tevahî  di navbera hêzên pêşmerge û Artêşa Iraqê de heye, herwiha hemû hawlên xwe dikin ku, ti rûdaneke nexwestî çîbibe.

Herwiha Hewlêr û Bexda li ser ew rêkeftine komîteyeke bilind a siyasî ya hevbeş damezrandiye bo kontirol û serpiriştiya qonaxê û pêşhateyên li  piştî azadkirina Mûsilê.

Hêviya wê yekê dixwazim operasyona azadkirina Mûsilê bi serkeftî  wewre encamdan û niştecihên bajarê Mûsilê jî ji zulia terorîstên DAIŞê rizgar bibin û xelkên koçberên Mûsil û parêzgeha Neynewa bi bextewariyê de vegerin bajar û navçeyên xwe.

Mesûd Barzanî

15.10.2016