Çarenivîsa medyakarekî Kurd ne diyar e

Selîm Mistefa Ehmed ku bavê Alan e, ew rojnamevanê Kurd yê ku li bajarê Qamişloyê ku di merasîma pêşwaziya cenazeyê şehîdekî Pêşmergeyên Roj ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû girtin, dibêje: Heta niha çarenivîsa Alan ne diyar e.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Selîm Mistefa Ehmed ku bavê Alan e, ew rojnamevanê Kurd yê ku li bajarê Qamişloyê ku di merasîma pêşwaziya cenazeyê şehîdekî Pêşmergeyên Roj ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû girtin, dibêje: Heta niha çarenivîsa Alan ne diyar e.

Bavê Alan ji K24 re axivî û got: “Ji heyama 2 mehan ve, Alan û çend hevalên wî ji aliyê Asayişa Qamişlo ve hatine girtin û berê wan dane devereke ne nas.”

Bavê alan dibêje ku, piştî 2 mehan rê li pêş dîtina girtiyan hate vekirin, lê dema ew çûne zîndanê û pirsa Alan kirine, rêveberiya zîndanê ji wan re gotine ku, Alan ne li cem wan e.

Bavê alan banga rêxistinên Mafên Mirovan dike, ku alîkariya wan bikin, da ku zanyariyan li ser çarenivîsa Alan bizanin.